Navenda ser bi DAIŞê li Kerkûka Iraqê hat têkbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309987-navenda_ser_bi_daiŞê_li_kerkûka_iraqê_hat_têkbirin
Çavkaniyên iraqî li bara têkbirina navenda ser bi tekfîriyan li Kerkûkê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 04, 2019 12:38 Asia/Tehran
  • Navenda ser bi DAIŞê li Kerkûka Iraqê hat têkbirin

Çavkaniyên iraqî li bara têkbirina navenda ser bi tekfîriyan li Kerkûkê agahî dan.

 Li gorî rapora Mehr News`ê ji zarê El-Ehd News`ê, polîsê Iraqê navendeke DAIŞ`ê li Kerkûkê têk bir. 

 Polîsê Kerkûkê bi daxûyaniyekê raghand: "Polîsê Kerkûkê li operasyona lêgeriyê li gundê El-Westaniyê û navçên derdora wê karîn ku navenda ser bi terorîstên tekfîrî ya DAIŞ`ê keşf bikin ku têde bombe hebûn. "

 Li vê daxûyaniyê hatiye ku navenda DAIŞ`ê hat têk birin. 

 Li gor nûçyeke din çavkaniyeke iraqî li Diyala Iraqê li bara revîna 10 malbatên gundên Şefîq û Cemîl Begê li derdora Xaneqînê li 48 sietên buhurî ji ber êrişên DAIŞ`ê ser van gundana  agahî da û ragihand ku li êrişên vê dawiyê yên tekfîriyan ciwanek hat kuştin û kesek jî hatiye rewandin. 

 Vê çavkaniyê her wiha diyar kir: Du gundên hanê li navçeyekê ne ku vê dawiyê xebata DAIŞê li wan zêde bûne. Ger em peyama pêbaweriyêner nedin xelkê wir, emê bibin şehedê pêla  berfireh a revînan ji van gundan.