Li sînorên Iraq û Sûrîyê tivdîrên ewlehîyê hatin şidandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309316-li_sînorên_iraq_û_sûrîyê_tivdîrên_ewlehîyê_hatin_şidandinê
Bi dû alozbûna rewşa deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê û revîna hejmareke girtîyên DAIŞ`î di encama êrişa Artêşa Tirkîyê ser Kurdên Sûrîyê de, dewleta Iraqê li sînorê digel Sûrîyê tivdîrên ewlehîyê dijwar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2019 14:10 Asia/Tehran
  • Li sînorên Iraq û Sûrîyê tivdîrên ewlehîyê hatin şidandinê

Bi dû alozbûna rewşa deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê û revîna hejmareke girtîyên DAIŞ`î di encama êrişa Artêşa Tirkîyê ser Kurdên Sûrîyê de, dewleta Iraqê li sînorê digel Sûrîyê tivdîrên ewlehîyê dijwar kirin.

Bi dû êrişa bejayî û hewayî ya giran a Artêşa Tirkîyê ser deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê ku bû sedema alozbûna rewşa wan navçana û kêmbûna çavdêrîya hêzên HSD ser girtîyên DAIŞ`î û revîna bi sedan kes ji wan girtîyana, dewleta Iraqê hemî hêzên xwe yên sînorparêz li sînorê digel Sûrîyê xistin rewşa amadebaşîyê de û tivdîrên giran ên ewlehîyê li wan sînorana sepandin.

HSD berî vîya ragihandibî ku herîkêm 30 heta 40 hezar girtîyên DAIŞ`î di zîndanên di bin kontrola wan de ne û bi sedan hezar kes ji malbatên wan jî di kempên taybet da tên xweyîkirinê û bi destpêbûna êrişa Tirkîyê ser Kurdan idî kontrolkirina wan girtîgehan jibo wan nepêkan e. 

Di navbera Iraq û Sûrîyê de 3 derîyên sînorî hene ku derîyê sînorî yê Rebîye-Yeirebîye li bakura sînorên her du welatan li parêzgeha Nêynewa ya Iraqê û derîyê sînorî yê Qaim-Bûkemalê yên herîgirîng in.