Biryara azadkirina girtiyên xwenîşandanên vê dawiyê li Iraqê hat dayînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309302-biryara_azadkirina_girtiyên_xwenîşandanên_vê_dawiyê_li_iraqê_hat_dayînê
Saziya Dadweriyê ya Iraqê biryara azadkirina pirraniya girtiyên xwenîşandana vê dawiyê li vî welatî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2019 06:24 Asia/Tehran
  • Biryara azadkirina girtiyên xwenîşandanên vê dawiyê li Iraqê hat dayînê

Saziya Dadweriyê ya Iraqê biryara azadkirina pirraniya girtiyên xwenîşandana vê dawiyê li vî welatî da.

Li gorî rapora Fars Newsê, Komîteya Mafên Mirovan a Iraqê roja Yekşemiyê bi ragihandina vê nûçeyê her wiha ragihand: hejmara girtiyan ji destpêka xwenîşandanê va digihêje derdora hezar kesî û saziya dadweriyê biryara azadkirina pirraniya wan daye.

Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê jî ragihand ku fermandar û efserên ku zor dijî xwenîşanderan bi kar anîne, derdem bo komîteya lêkolînan hatine şandin.

Berhem Salihê serokomarê Iraqê jî careka din ser pêwîstiya lêkolîn û pêderxistina rastiyên êrîşa ser xwenîşander û hêzên ewlehiyê di xwenîşandana vê dawiyê li vî welatî pêgirî kir.