10 hezar Mokêbên ji 22 welatên cîhanê xizmetan raberî ziyarekiran li Kerbelayê dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309289-10_hezar_mokêbên_ji_22_welatên_cîhanê_xizmetan_raberî_ziyarekiran_li_kerbelayê_dikin
Zêde ji 10 hezar û 700 Mokêb (komên xizmetguzarîyê) ji 22 welatên cîhanê ximzetan raberî ziyarkirên Erbeîna Huseynî(s) li Kerbelayê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 13, 2019 15:05 Asia/Tehran
  • 10 hezar Mokêbên ji 22 welatên cîhanê xizmetan raberî ziyarekiran li Kerbelayê dikin

Zêde ji 10 hezar û 700 Mokêb (komên xizmetguzarîyê) ji 22 welatên cîhanê ximzetan raberî ziyarkirên Erbeîna Huseynî(s) li Kerbelayê dikin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Riyaz Neme El-Selman, rêveberê beşa merasim û mewakibên huseynî li Kerbelayê roja yekşemiyê raghand: Ev hejmara Mokiban ji cihên curbicur ên Iraqê û 21 welatên cîhanê li Kerbelaya pîroz bi cih bûne. 

Riyaz Neme El-Selman got: Bi hevkariya beşa hiqûqî ya polîsê Kerbelayê, hejmara hemî komên xizmetguzarîyê ku li vî bajarî bi cih dibin bi şikla qanûnî  tên tomarkirin da ku berûlayên ewlehî û tendrustiyê yên van xizmetan zêdetir ji berê werin parastin. 

20 Sefera 1441`an a Koça Hîvî, 19 Cotmeha 2019`an Erbeîna şehadeta hezretê îmam Huseyn(s) û hogirên wî yên emegdar li besta Kerbelayê ye. 

Hejmareke zêde ji misilman û peyriwên olên îlahî ji çend rojan beriya Erbeîna şehadeta hezretê îmam Huseyn(s) bi meşa ser riya 80 km ji bajarê Necefê heta Kerbelayê xwe dighînin merqeda paqij a wî li Kerbelaya Muellayê.