Berhem Salih: Êrîşa Tirkiye ya li ser Sûriyê xeternak e
Serokomarê Iraqê Berhem Salih got: Êrîşên Tirkiye yên li ser Sûriyê pêşveçûneke xeternak e. Ev êrîş wê bibe sedema karesatên mirovî û dê bihêle ku komên terorîst careke din vegerin. Divê civaka navnetewî ji bo pêşî li vê karesatê bigire, yekgirtî be.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih têkildarî destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiyê di Twîttekên de îşaret bi metirsiyên dagirkeriya Tirkiyê kir.
Berhem Salih herwiha hişyarî da û got: “Êrîşên Tirkiye yên li ser Sûriyê pêşveçûneke xeternak e. Ev êrîş wê bibe sedema karesatên mirovî û dê bihêle ku komên terorîst careke din vegerin. Ev yek metirsiyê ji bo herêmê çêdike. Divê civaka navnetewî ji bo pêşî li vê karesatê bigire, yekgirtî be û ji bo mafê gelên Sûriyê û gelê Kurd, divê piştgiriyê bide çareseriya siyasî ya vê yekê ji bo aşitî û kerametê.