Sê roj Şîndariya Giştî li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309149-sê_roj_Şîndariya_giştî_li_iraqê
Dewleta Iraqê piştî kuştina bi dehan kes ji xelkê vî welatî li xwenîşandanên nerizamendiyê û ajaweyên vê dawiyê li Iraqê, Sê roj Şîndariya Giştî ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2019 06:26 Asia/Tehran
  • Sê roj Şîndariya Giştî li Iraqê

Dewleta Iraqê piştî kuştina bi dehan kes ji xelkê vî welatî li xwenîşandanên nerizamendiyê û ajaweyên vê dawiyê li Iraqê, Sê roj Şîndariya Giştî ragihand.

Li gor rapora Fars Newsê, Buroya serokwezîrê Iraqê  Iraqê şeva borî bi daxuyaniyekê ji îro pêncşemê heya sê rojan li Iraqê ji ber kuştî û birîndarbûna bi sedan kes ji xelkê vî welatî li xwenîşandanên nerizamendiyê û ajaweyên vê dawiyê şîndariya giştî ragihand.

Ji ber ajawe û nearamiyên vê dawiyê li bajarên Iraqê 104 kes hatin kuştin û zêde ji şeş hezar kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Iraqê ji bo lêkolîna ser vê yekê û peydakirina sebebkarên kuştin û birîndarkirina xelkê komîteya şopandina rastiyê pêk aniye.