Dewleta Iraqê pakêta nû ya reformên ku nerazî dixwazin raber kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309132-dewleta_iraqê_pakêta_nû_ya_reformên_ku_nerazî_dixwazin_raber_kir
Dewleta Iraqê duyemîn pakêta cihanîna jibo dabînkirimna xwestek û reformên ku neraziyan di xwenîşandana vê dawiyê ya vî welatî derbarê pêkanîna derfetên Şolê daxwaz kirine, ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2019 13:00 Asia/Tehran
  • Dewleta Iraqê pakêta nû ya reformên ku nerazî dixwazin raber kir

Dewleta Iraqê duyemîn pakêta cihanîna jibo dabînkirimna xwestek û reformên ku neraziyan di xwenîşandana vê dawiyê ya vî welatî derbarê pêkanîna derfetên Şolê daxwaz kirine, ragihand.

Li gorî rapora IRNAyê, Pakêta cihanînê ya dewleta Iraqê li ser pêkanîna derfetên Şolê jibo xortên ji 18 heta 35 salî di sê beşên cotkarî, pêşe û ticaretê da teqeziyê dike. Ji xalên din ên vê pakêta cihanînê, damezirandina Komîteya bilind jibo belavkirina erdê jibo malan navbera çîn û qatên belengaz û reben ên civakê bi rêya berfirehkirina plana bajartan û guhertina hin zeviyan bo cihên çêkirina malan e. Berçavgirtina medreseyên pêşeyî û fêrkirna pêşeyên cûrbicûr jibo xortên bêşol û berdestdanîna avahî û sûleyên dewletî ylên ne çalak bo xortan jibo cihanîna planên afirandina şolan ji beşên din ên pakêta cihanînê ya dewleta Iraqê ne.