Teqeziya Rûsiyê ser girîngiya Yekîtî û Ewlehiyê li Iraqê
Wezareta karên derve ya Rûsiyê li girîngiya gotûbêja neteweyî ya giştalî û piştevaniya ji yekîtî, hakimiyet û ewlehiya Iraqê pêgirî kir.
Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Wezareta karên derve ya Rûsiyê bi weşandina daxuyaniyekê li pey hevdîtina navbera Sêrgêyî Lavrofê wezîrê karên derve yê vî welatî û rayedarên Herêma Kurdistanê, qala amadetiya Moskovayê jibo zêdekirina hevkariya digel vê herêmê li gorî berjewendiyên dualî û parastina berjewendiyên navçeyî û neteweyî yên Iraqê kir.
Lavrof roja Duşemiyê yekem car piştî pênc salan hat Irqê û bi rayedarên vî welatî ra axivî û piştre berê xwe da Herêma Kurdistanê.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li Bexdayê tevî hevdîtina bi Mihemed Elî Hekîm, Wezîrê karên derve yê Iraqê, ra got: Moskova dê girêbestên firotina çekan bo Iraqê bêxe qada cihanînê.