Lavrov: Emê peymanên derfirotina çek û sîlehan bo Iraqê cih bînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i309057-lavrov_emê_peymanên_derfirotina_çek_û_sîlehan_bo_iraqê_cih_bînin
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ser biryara welatê xwe bo chanîna peymanên derfirotina çek û sîlehan bo Iraqê teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2019 14:35 Asia/Tehran
  •  Lavrov: Emê peymanên derfirotina çek û sîlehan bo Iraqê cih bînin

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ser biryara welatê xwe bo chanîna peymanên derfirotina çek û sîlehan bo Iraqê teqez kir.

 Li gor rapora Kurd Press`ê ji zarê kanala nûçan a Russia Today ya erebî, Sergeyî Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê iraqî re Muhemed Elî Hekîm li bajarê Bexdayê raghand ku Rûsiye wek duwem derfiroşerê mezin ê çek û sîlehan li cîhanê, dê peymanên derfirotina çek û sîlehan bo Iraqê cih bîne.

Lavrov li vê barê diyar kir: Li bara pêwîstiya  cihanîna biryarên  komîteya dewletî ya hevpar bo hevkariya ticarî û aborî ku Nîsana  buhurî civîn pêk anî, nihêrînên me wekhev in û peymanên  derfirotina berhemaên eskerî bo Iraqê jî cih bînin.

 Li gorî vê raporê, wezîrên karên derve yên Rûsiyê û Iraqê li hevdîtina xwe xêncî mesela peymanên çek û sîlehan, peywendiyên navbera du welatan û hin meselên navçeyî dan ber behs û nîşqaşê.