Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê gihîşte Bexdayê
Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê bi merema gotûbêja digel rayedarên Iraq ê û Herêma Kurdistanê giheşte Bexdayê.
Ligorî rapora Televîzyona Kurdistan24'ê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsîyê Sergey Lavrov biryar e ku bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yên iraqê re gotûbêjê bike.
Lavrov wê digel rayedarên din ên pillebilind ên iraqî re jî bicive.
Biryar e ku Lavrov piştî hevdîtina digel rayedarên iraqî bi merema gotûbêja digel rêvebirên Herêma Kurdistanê sibê seredana Hewlêrê bike.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê Mariya Zaxarovayê berî vîya ragihandibû Sergey Lavrov yê di 7 û 8'ê Cotmehê de jibo gotûbêja digel rayedarên Iraqê û Herêma Kurdistanê seredana Bexda û Hewlêrê bike.
Hatîye ragihandinê ku meseleyên aborî nemaze mijarên têkilkdarî niftê ji mêhwerên sereke yên gotûbêjên Lavrov û rayedarên herêma Kurdistanê ne.
Eva yekem seredana Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê bo Herêma Kurdistanê ye.