Hatûçûyîn li paytexta Iraqê hat bisînorkirinê
Serokwezîrê Iraqê fermana bisînorkirin û qedexekirina hatinûçûyînê li Bexdayê, paytexta vî welatî, da.
Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, televîzyona Iraqê raghand: Adil Ebdulmehdî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê, çarşemiyê şevê ferman da, hatûçûyîna hemî kesan û trimbêlan xêncî Ambolansan û babetên lezgîn ên pizîşkiyê ji siet pêncê siba îro heta demeke nediyar qedexe bibe.
Serokwezîrê Iraqê her wiha ser hebûna mafê xwenîşanderan bona nîşandana nerazîtiyê li çarçoveya qanûna bingehîn a vî welatî û parastina rêkûpêkiya giştî û girtina pêşiya xisardîtina mal û milkên giştî teqez kir.
Roja Sêşemê li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê destpê bûn û di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de alozî û pevçûn derket.
Ligorî daxûyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê li Bexda û parêzgeha Zîqarê heta şeva buhurî 10 kes hatine kuştin û zêdetir ji 200 kesan birîndar bûne, ku 40 kes ji wan ji hêzên ewlekariyê ne.
Di hemen demê de vê sibê, hin çavkaniyên nûçan raghandin ku dengê teqînê li navça kesk a Bexdayê hatiye bihîstin.