Berhem Salih: ''Divê ser hemdê xwe bin û rêz li qanûnê bê girtin''
Serokomarê Iraqê wek berteka himberî xwenîşandana nerazîyan li wî welatî, pêgirî ser xweragirî û rêzgirtina li qanûnê kir.
Ligorî rapora Malpera Nûçan a Bexdad Al Yewmê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Twitterê bertek nîşanî xwenîşandana nerazîbûnê ya li Bexdayê û hejmareke din a parêzgehên wî welatî da û got ku xwenîşandana biaştî mafekî garantîbûyî jibo welatîyan di destûra bingehîn da ye.
Salih tevî pêgirîya ser vê yekê ku hêzên ewlehîyê yên Iraqê erkdarê parastina mafên welatîyan û ewlehîya giştî ne, xwest ku xweragirî hebe û rêz li qanûnê bê girtinê.
Serokomarê Iraqê herwiha pêgirî kir ku ciwanên vî welatî bi dû çaksazîyan û derfetên karkirinê ne û erka rayedarên dewletê jî dabînkirina wan daxwazên rewa ye.
Salih di dawîya peyama xwe da ji Xwedê jibo qorîyên di encama şîdeta di wê xwenîşandanê de efû û jibo birîndarên bûyerê jî daxwaza şifaya lezgîn kir.
Duh li Bexdayê û çend parêzgehên Iraqê xwenîşandana nerazîbûnê hat lidarxistinê û pişkdaran jî daxwaza xizmetên giştî û derfetên karkirinê kirin û hêzên ewlehîyê jî jibo berbelavkirina xwenîşandaerên dijî bêkarî, gendelîya li sazî û dezgehên dewletê û kêmbûna xizmetan, gaza rondikîner û ava guj bi kar anîn û her wiha gulle ber bi esmîn va avêtin.