Dewama gotûbêjên Cabirî Ensarî tev rayedarên iraqî di bereberê Erbeyînê da
Alîkarê Wezîrê karên derve yê Îranê di dewama gotûbêjên xwe digel rayedarên iraqî di bereberê Erbeyînê da tev hin rayedar û kesayetiyên siyasî yên Iraqê hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora IRNAyê, Hisên Cabirî Ensarî, Alîkarê Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê sefera xwe ya Iraqê bi armanca hêsankirin lidarxistina meşa Erbeyînê û gotûbêja tev rayedarên iraqî dest pê kir.
Alîkarê Wezîrê karên derve yê Îranê roja Yekşemiyê di hevdîtian bi Mihemed Helbûsî, Serokê Parlimana Iraqê derbarê mijarên dualî û meşa Erbeyînê pêre axivî.
Cabirî Ensarî her wiha di hevdîtina bi Hadî Amirî, Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Fethê, derbarê meşa miliyonî ya Erbeyînê û hevkariyên dualî di vî warî da pêre axivî.
Alîkarê Wezîrê karên derve yê Îranê û Nûrî Malikiyê serokwezîrê berê yê Iraqê jî derbarê mijarên dualî axivîn.
Alîkarê Wezîrê karên derve yê Îranê roja Şemiyê jî Emar Hekîm, Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê hevdîtin pêk anî.
Meşa Erbeyîn anku çilema şehîdbûna Îmam Hisên (S) û amadetiya Iraqê jibo cihanîna vê rêûrismê û raberkirina baştirîn xizmetan bo ziyaretkiran ji mijarên vê hevdîtinê bûn.