Heşt terorîstên DAIŞê li Tikrîtê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308764-heşt_terorîstên_daiŞê_li_tikrîtê_hatin_kuştin
Medya Iraqê duh ragihand ku 8 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê ya bakura Bexdayê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2019 09:33 Asia/Tehran
  • Heşt terorîstên DAIŞê li Tikrîtê hatin kuştin

Medya Iraqê duh ragihand ku 8 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê ya bakura Bexdayê hatin kuştin.

Al-Alamê ragihand ku ev terorîstên DAIŞê di encama operasiyona hêzên iraqî li devera El-Sîniye ya bajarê Tekrîtê de li parêzgeha Selahedînê hatin kuştin.

Di encama vê operasiyonê ku hêza hewayî ya Iraqê jî destek dadayê, 4 veşargehên koma terorîst a DAIŞê îmha bûn.

Herwiha wezareta karên hundir a Iraqê du ragihand ku li bajarê Mûsilê jî 3 terorîstên DAIŞê hatin girtin.

Koma terorîst a DAIŞê sala 2014 bi piştgiriya malî û leşkerî ya Amerîka, Tirkiye, Erebistan û Qeterê pêk hat û kiryarên terorîst û hovane li Sûriyê û Iraqê parek mezin ji axa van du welatan dagîr kirin. Li belê du welatên hanê bi alîkariya Îranê karîn vê koma terorîst têk bidin û axa xwe rizgar bikin.

Piştî têkçûna koma terorîst a DAIŞê li Sûriyê û Iraqê ku bi alîkariya Îranê û  rawêjkarên leşkerî yên Îranê li her du welatên hanê pêk hat, niha baskên veşartî yên vê koma terorîst di nav Iraq û Sûriyê perate bûne û xwe di cihên curbicur de veşartine û her car derfet ji wan re çêdibe dest davêjin kiryarên terorîstî yên wekî teqandina bombeyan di nav xelkê.