Destpêbûna operasyona Heşda Şebî ya Iraqê bo dabînkirina ewlehiya merasima Erbeîna Huseynî
Frmandetiya Heşda Şebî ya Iraqê li bara destpêbûna operasyona paqijkirin û geştlêdanê li navçên bakurê parêzgeha Babilê bo dabînkirina ewlehiya merasima Çil (Erbeîna) Huseynî agahî da.
Li gorî rapora Fars News`ê, û ji zarê malpera El-Meilûme, Elî El-Hemdanî, fermandetiya operasyona Firata navendî ser bi Rêxistina Heşda Şebî îro şemiyê got: Li vê operasyonê, navçên Cerf El-Nesrê jî dê ji lepên endamên terorîst were paqijkirin da ku amadekariyên rê û resma Erbeînê pêk were.
Elî Hemdanî her wiha li bara hevahengiya tam a hêzên Heşda Şebî bi saziyên din ên ewlehiyê agahî da û got: Yekim desteyên meşa Erbeîna Huseynî ji navça Ras El-Bîşeyê li Besrayê li başûrîtirîn navça Iraqê ber bi bajarê pîroz ê Kerbelayê bi rê ketye.
20 Sefera 1441 Koça Hîvî,19 Cotmeha 2019`an Erbeîna Huseynî(s) îmamê sisyan ê şîeyên cîhanê û hogirên wî yên emegdar li çila Kerbelayê ye. Her salê li vê rojê bi milyonan ziyaretkir ji seranserê cîhanê bona beşdariya li merasima Erbeîna Huseynî(s) derbasî bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê dibin.