12 têrorîstên DAIŞ`î li rojavaya Iraqê hatin kuştinê
Îlon 28, 2019 05:59 Asia/Tehran
Çavkanîyên iraqî ragihandin ku 12 têrorîstên DAIŞ`î duh li parêzgeha Enbarê li rojavaya wî welatî hatin kuştinê.
Kanala Somerye News`ê ragihand ku di encama opêrasyona hêzên ewlehî yên Iraqê da k user navê Cizîrê li evera Um ul Tûsê li parêzgeha Enbarê de hat lidarxistinê, 12 têrorîstên DAIŞ`î hatin kuştinê.
Di encama wê opêrasyonê de 3 maşînên hilgirê alavên leşkerî, bombe û veşartgeha têrorîstan hatin jinavbirinê.
Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hela jî hin endamên wê komê bi awayê perrate li deverên curbicur ên Iraqê hene û car bo carê dest bi êrişan dikin.