Girtina sê endamên DAIŞê li nêzîkiya Hewlêrê
Îlon 27, 2019 12:07 Asia/Tehran
Sê endamên koma terorîst a DAIŞê li nêzîkiya bajarê Hewlêrê navenda Herêma Kurdistana Iraqê hatin girtin.
Li gor nûçeya Kurdpressê, medya ewlehiyê ya Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku sê terorîstên DAIŞê di encama operasiyoneke hêzên iraqî li nêzîkiya Hewlêrê hatin girtin. Van sê terorîstan hewl didin derbasî nav Mûsilê bibin.
Li gor daxuyaniya hanê piştî operasiyoneke tesbîtkirin û nasandinê sê terorîstên hanê li nîzîkiya devera Mexmûrê li rojavayê Hewlêrê hatin şopandin ku paşe hêzên ewlehiyê dest bi girtina wan kirin.