Berhem salih li NY li ser xurtkirina pêwendiyên digel Îranê sekinî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308644-berhem_salih_li_ny_li_ser_xurtkirina_pêwendiyên_digel_Îranê_sekinî
Berhem Salih Serokomarê Iraqê di axaftian xwe ya li civîna Civata Giştî ya NY, bi awayekî taybet li ser babetên hevpar û xurtkirina pêwendiyên welatê xwe tev Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 25, 2019 15:26 Asia/Tehran
  • Berhem salih li NY li ser xurtkirina pêwendiyên digel Îranê sekinî

Berhem Salih Serokomarê Iraqê di axaftian xwe ya li civîna Civata Giştî ya NY, bi awayekî taybet li ser babetên hevpar û xurtkirina pêwendiyên welatê xwe tev Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir.

Serokomarê Iraqê demek beriya niha di axaftina xwe ya li civîna Civata Giştî ya NY, siyasetên Bexdayê derbarê mijarên navxweyî yên welêt û guhertinên navçeyî û navneteweyî ji wan pêwendiyên bi Komara Îslamî ya Îranê ra şirove kirin.

Wî got: Îran û Iraqê bi hokarên hevpar ên çandî û dînî yên zehf û berjewendiyên hevpar û çendalî bi hevre pêwendîdar in û em pêgiriyê dikin ku pêwendiyên xwe tev cînarê xwe anku Îranê berfireh bikin.

Salih her wiha tevî amajeya bi pêşketina pêwendiyên Iraqê digel welatên ereb û yên derdroa Kendava Farsê û Tirkiyê, li ser xurtkirina wan pêgirî kir.

Serokomarê Iraqê her wiha plana xistina geliyê Çemê Urdinê li ser axa Rêjîma Siyonîst binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî da zanîn.

Berhem Salih careke din û vê carê ji trîbûna civîna Civata Giştî ya NY, plana pêşniyarî ya xwe û dewleta Iraqê ku yekem car di sefera xwe ya bo Têhranê de hilêxist, derbarê damezirandina nijyareke siyasî, ewlehî û aborî ya hevpar navbera welatên cînar jibo alîkariya bo ewlehî û abora welatan û çareserkirina pirsgirêkên gel şirove kir.