Li paytexta Iraqê çend teqîn qewimîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i308350-li_paytexta_iraqê_çend_teqîn_qewimîn
Çavkanîyên ewlehîyê li Iraqê ragihandin ku çend teqîn li paytexta wî welatî şarê Bexdayê qewimîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2019 06:13 Asia/Tehran
  • Li paytexta Iraqê çend teqîn qewimîn

Çavkanîyên ewlehîyê li Iraqê ragihandin ku çend teqîn li paytexta wî welatî şarê Bexdayê qewimîn.

Kanala Al Naşrê ji zarê çavkanîyên ewlehî ragihand ku şeva buhurî bombeke rexcadeyî li devera Şeib li bakura Bexdayê teqîya k udi encamê de 2 kes birîndar bûn.

Di encama teqîna 2 bomban li deverên Şorte Rabie û Hey ul Eilamê li başûra Bexdayê de, 5 sivîl hatin kuştinê.

Çavkanîyên iraqî Şemîya hefteya buhurî jî ragihandin ku 5 teqîn li deverên curbicur ên Bexdayê qewimîn ku di encama wan de 11 kes birîndar bûn.

Tevî işkesta DAIŞ`ê li Iraqê, hela jî hin endamên wê koma têrorîst li Iraqê hene û bi awayekî perrate karên têrorîstî dikin.