Civîna rayedarên pilebilind ên Iraqê û fermandeyên Heşda Şebî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307672-civîna_rayedarên_pilebilind_ên_iraqê_û_fermandeyên_heşda_Şebî
Komek ji fermandeyên Heşda Şebî yên Iraqê roja duşemiyê bi serokkomar, serokwezîr û serokê parlemana vî welatî re hevdîtin pêk anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 27, 2019 11:16 Asia/Tehran
  •  Civîna rayedarên pilebilind ên Iraqê û fermandeyên Heşda Şebî

Komek ji fermandeyên Heşda Şebî yên Iraqê roja duşemiyê bi serokkomar, serokwezîr û serokê parlemana vî welatî re hevdîtin pêk anîn.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, nivîsgeha  serokomarê Iraqê li daxûyaniyekê raghand: Berhem Salih serokkomar li vê civînê ku Adil Ebdulemhdî serokwezîr û Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana Iraqê jî têde beşdar bibûn, tevî hilkolandina riyên herî dawiyê yên rawestana li ber terorîzmê ji rola giring û bingehîn a Heşda Şebî li têkbirina Terorîzmê û dewama paqijkirina vî welatî ji hebûna terorîstên DAIŞ`ê, sipasî kir.

Li vê civînê her wiha mijara êrişa ser hin meqerên Heşda Şebî hat hilkoldin.

 Salih, Ebdulmehdî û Helbûsî her cure derbelêxistina li van hêzana weke hêla sor bi nav kirin û ser pêwîstiya  piştgiriya giştalî ya dewletê ji van hêzên gelanî teqez kirin.

 Nivîsgeha serokkomarê Iraqê her wiha raghand ku êrişa ser meqerên Heşda Şebî, kiryareke  bi dijminatî ye û dewleta Iraqê lê dixebite bi riyên pêkan û ji riya rêxistinên navçeyî û cîhanî bikeve dewrê ku ewlehî û serweriya Iraqê biparêze.

 Berhem Salih her wiha sipasiya rola Heşda Şebî bona piştgiriya ji ewlehiya mayînde kir.

Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê, yekşemiyê şevê li daxûyaniyekê Rejîma Siyonîstî berpirsê êrişa mûşekî ser hêzên xwe li parêzêgeha  Enbara Iraqê raghand û got: Ev êrişa bi du balefirên cengê yên Îsraîlê û li cada Ekaşat-Qayimê li 15 km ya sînorê navbera Iarq û Sûriyê cih hatiye.