Hevalbendiya Fathê: Êrişa Îsraîlê ser meqera Heşda Şeibîyê îlana şêr himberî Iraqê ye
Firaksiyona Tevgera El-Fathê li Parlimana Iraqê diyar kir ku êrişa balefirên Rejîma Siyonîst ser meqera Heşda Şeibîyê tê wateya ragihandina şêrr himberî Iraqê û daxwaza kontrolkirina esmanê Iraqê ji aliyê Emerîkayê ve kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Firaksiyona Tevgera El-Fathê li Parlimana Iraqê bi serokatiya Hadî Amirî di daxûyaniya xwe ya yekşemiyê şevê de teqez kir: Destdirêjiyên berdewam ên Rejîma Siyonîst ser cebilxane û meqerên Heşda Şebîyê xala werçerxanê ya bitalûke li nihêrîna Rejîma Siyonîst derbarê êrişa ser Heşda Şeybîyê û fermendeyên wê de ye.
Di wê daxûyanîyê de hatîye tekezkirinê ku mafê bersivdayîna himberî wan êrişan parastî ye û ew weke raghandina şêrr himberî Iraqê, gel û hakimiyeta neteweyî ya vî welatî hat zanîn û berpirsiyariya tam a vê destdirêjiyê li istûyê hevalbendiya qaşoa rawestana li ber DAIŞ`ê bi serkirdetiya Emerîkayê hat zanînê.
Firaksiyona Fathê ji dewlet û parlemana Iraqê xwest ku bila berevaniya gel û rêxistinên eskerî, ewlehiyê û artêşê û Heşê berevaniyê bikin û hemî rêçareyên stratejîk bona parastina serbixwetiyê û kerameta Iraqê hilkilon.
Emar Hekîm rêberê tevgera Hikmeya neteweyî ya Iraqê jî êrişa Rejîma Siyonîst ser meqera Heşda Şebî li parêzgeha Enbara Iraqê şermezar kir û got: Li hember binpêkirina berdewam a hakimiyeta neteweyî û destdirêjiya ser welatiyan paşde venekişin.
Rêxistina Heşda Şebiyî, yekşemiyê şevê li daxûyaniyekê Rejîam Siyonîstî berpirsê êrişa ser hêzên wxe li parêzgeha Enbara rojava Iraqê raghand û got: Ev êrişa bi du balefirên bê pîlot ên îsraîlî û li cada Ekaşat-Qaimê li 15 km ya sînorê navbera Iraq û Sûriyê cih hatiye.