Sernixûnkirina balefireke sîxoriyê ser esmanê meqera hêzên Heşda Şebî yên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307617-sernixûnkirina_balefireke_sîxoriyê_ser_esmanê_meqera_hêzên_heşda_Şebî_yên_iraqê
Çavkaniyên eskerî yên Iraqê li bara sernixûnkirina balefireke sîxoriyê ser esmanê meqerên hêzên Heşda Şebî li bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2019 14:54 Asia/Tehran
  • Sernixûnkirina balefireke sîxoriyê ser esmanê meqera hêzên Heşda Şebî yên Iraqê

Çavkaniyên eskerî yên Iraqê li bara sernixûnkirina balefireke sîxoriyê ser esmanê meqerên hêzên Heşda Şebî li bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê agahî dan.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, piştî nêzîkbûna balefira sîxoriyê li meqera tîpa 50`an a Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê li bajarê Mûsilê hêzên vê meqerê karîn ku êrişî vê  balefira bê pîlot bikin û wê sernixûn bikin.

 Pêncşemiya buhurî jî hêzên Heşda Şebî yên Iraqê balefireke sîxoriyê ser esmanê meqera tîpa 12 an a vê hêzê sernixûn kirin.

 Li yek meha buhurî meqer û depoyên çek û sîlehan yên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê çar caran agir girtine û teqîne.

 Gel û berpirsên iraqî, Emerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên serek yên van êrişana dizanin.