Serokwezîrê Iraqê: Operasyona Viyana Serketinê pir giringiya xwe heye
Serokwezîrê Iraqê got: Operasyona Viyana Serketinê ji ber pêkanîna hevdengiyê û zêdekirina hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê û Heşda Şebî pir giringiya xwe heye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê bi amadebûna li parêzgeha Enbarê li rojava vî welatî got: Operasyona Viyana Serketinê binemaya hemî serketinên ewlehiyê li Iraqê ye.
Ebdulmehdî bal kişand ser vê yekê ku cihanîna Operasyona Viyana Serketinê du salan piştî serketina li hember DAIŞê pir giring e û hêvî kir: Ev operasyona rê nede terorîstên DAIŞê ku cardinê bên organzîekirin.
Ebdul Emîr Reşîd Yarullah, fermandê operasyona hevpar a Iraqê roja şemiyê li bara destpêbûna qonaxa çaran a Operasyona Viyana Serketinê li çol û bestên parêzgeha Enbarê agahî da.
Operasyona Viyana Serketinê ji heft Tîrmeha buhurî va bi armanca paqijkirina navçên curbicure Iraqê ji paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê destpê bûye û heta niha sê qonaxên vê operasyonê serketî bi dawî bûne.
Bi serketina artêşa Iraqê ser terorîstên DAIŞê li kanûna 2017`an hin endamên paşmayî yên vê koma terorîstî li hin navçeyên vî welatî xwe veşartine.