Dijberiya Bexdayê li hember bikaranîna axa Iraqê bona destdirêjiya ser welatên din
Serokkomarê Iraqê got: Bexda dê nehêle Iraq bibe cihek bo êrişa ser welatên cîranê wê.
Li gorî rapora Fars News`ê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê roja şemiyê li hevdîtina hin rayedarên vî welatî ser pêwîstiya yekitiya navbera iraqiyan û dijberiya li hember bikaranîna Iraqê wek navendekê bo destdirêjiya ser welatên cîran teqez kir.
Serokkomarê Iarqê her wiha daxwaza pêbendiya li helwêsta dewleta Bexdayê û hemî saziyên cihanînê û qanûndanîna wê bona dijberiya li hember şerxwaziyê û sekinîna ser helwêsta vî welatî li riya cihhatina aşitî, geşatî, pêşketin û hevkariya navçeyî kir.
Li gorî gotina Berhem Salih, xurtkirina yekperçetiya neteweyî û nuizama demokrasiya federal, avedankirina Iraqê û raberkirina xizmetan bo welatiyên vî welatî ji ewlewiyetên niha yên dewleta Bexdayê ne.
Nûrî Malikî serokê hevalbendiya Dewlet El-Qaûnê, Hadî Amêrî, serokê hevalbendiya Fathê û Selîm Cebûrî serokê berê yê parlemana Iraqê duh şemiyê bi serokkomarê vî welatî re hevdîtin û gotûbêj kirin.