Xwenîşandana iraqîyan himberî êrişa ser cebilxanên Heşdi Şeibîyê
Bi dehan kes ji niştecihên şarê Remadîyê li Parêzgeha Al Anbarê bi xwenîşandanekê, êrişên vê dawîyê yên dijî binke û cebilxanên Hêzên Heşdi Şeibîyê şermezar kirin.
Ligorî rapora Malpera Nûçan a Begdad Al Yawmê, pişkdarên wê xwenîşandanê ku duh piştînîvro hat lidarxistinê, bi rakirina pankardên piştgirîya ji Heşdi Şeibîyê, nerazîbûna xwe himberî êrişên Amerîka û Israyîlê ser binke û cebilxanên hêzên Heşdi Şeibîyê nîşan dan.
Serokê Civata Eşîrên Dijîtêrorê li Parêzgeha Al Anbarê Şêx-Rafi Ebdulkerîm Fehdawî amajeyî neyarîya teqil a eşîran himberî êrişên hovane yên balafirên dijmin ên bi piştgirîya leşkerên amerîkî ser binke û cebilxanên Heşdi Şeibîyê kir û got: Heke ew zorbêjîya aşkira were domandinê, eşîr dê li rex hêzên Heşdi Şeibî û dewletê himberî wan êrişên zordarane bisekinin.
Cîgirê Serokê Sazîya Heşdi Şeibîyê Ebûmehdî Muhendis jî bi gotina vê yekê ku kiryarên vê dawîyê yên Amerîkayê piştî işkesta DAIŞ`ê û misogerbûna Sazîya Heşdi Şeibîyê ji hêla hiqûqî va pêk tên, pêgirî kir: Sazîya Heşdi Şeibîyê dê şêwazên pêkan jibo sekinîna himberî kiryarên xirabker ên Amerîkayê bi kar bîne.
Di 21`ê Tebaxê de teqînek li cebilxana Hêzên Heşdi Şeibîyê li baregeha hewayî ya Beledê li Parêzgeha Selahedînê qewimî.
Roja Pêncşem 12`ê Tebaxê jî teqîneke biguman li cebilxana Hêzên Heşdi Şeibîyê li derdora başûra Bexdayê qewimî.