Dijayetiya Iraqiyan digel hebûna leşkerî ya Amerîkayê li wî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307098-dijayetiya_iraqiyan_digel_hebûna_leşkerî_ya_amerîkayê_li_wî_welatî
Rayedarên iraqî careke din li ser pêwîstiya derketina çekdarên amerîkî ji Iraqê pêgirî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2019 14:47 Asia/Tehran
  • Dijayetiya Iraqiyan digel hebûna leşkerî ya Amerîkayê li wî welatî

Rayedarên iraqî careke din li ser pêwîstiya derketina çekdarên amerîkî ji Iraqê pêgirî kirin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Fars Newsê, Hemam Temîmî endamê Hevpeymaniya Fethê li Meclîsa Iraqê got: Bexdayê hin lihevkirin digel Amrîkayê hene ku têde hatiye destnîşankirin ku Irqê tu hewcetiyek bi hêza cengî ya biyanî tuneye.

Wî her wiha got: Berpirsiyariya derxistina hêzên biyanî ji Iraqê li ser ustiyê Adil Ebdulmehdiyê serokwezîr e û jibo pêkanîna vî karî tu hewcetiyek bi pesendkirina qanûnê tuneye.

Muîn Kazimî ji fermandarên Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê jî ragihand ku bi hebûna hêzên artêşê û Heşda Şeibî tu hegerek tuneye ku hêzên amerîkî li Iraqê bimînin û îdiaya amerîkiyan a hitmala diyarbûna dubare ya DAIŞê li Iraqê şerê medyayî û propagandayî ye.

Piştî ku Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê Sibata 2019an ragihand ku dil tune çekdarên amerîkî ji Iraqê derxîne, pirraniya gel û komên Iraqî dijayetiya xwe digel hebûna çekdarên amerîkî li Iraqê ragihandin û daxwaza derketina wan ji welatê xwe kirin.