Parlemanterê Iraqî: Gotinên Sefîrê Amerîkayê mudaxileya li karên Iraqê ye
Parlemanterê Iraqî yê endamê Hevpeymaniya El-Feth Muhemed El Beledway got: Gotinên vê dawiyê yên sefîrê Amerîkayê li Bexdayê li bara mayîna hêzên amerîkî li Iraqê, mudaxileya eşkera li karûbarên ewlehî û siyasî yên Iraqê tên hesabê.
Sefîrê Amerîkayê li Bexdayê Matthew Tueller roja yekşemê gotibû: Ji bo girtina pêşiya vegerîna DAIŞê nav Iraqê û ji bo perwerdekirina hêzên iraqî, mayîna leşkerên Amerîkayê li Iraqê pêwîst e.
Iraqiyan bertekên tund li hemberî vê gotina sefîrê Amerîkayê nîşan dan ku di vê çarçovê de parlemanterê Iraqî yê endamê Hevpeymaniya El-Feth Muhemed El Beledway jî bê deng nema û şeva borî got: Parleman û hikûmeta Iraqê li dijî berdewamiya mayîna hêzên Amerîkayê di nav axa Iraqê de ne.
Piştî ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump li meha Sibata 2019 diyar kir ku naxwaze leşkerên vî welatî ji nav Iraqê derxîne gelek ji kom û grûpên iraqî dijberiya xwe li hemberî vê yekê diyar kirin û xwestin bila leşkerên Amerîkayê zûka terka welatê wan bikin.