Îmhakirina veşargehên DAIŞê li bakura Iraqê
Heşda Şebî ya Iraqê duh ragihand ku 12 veşargehên koma terorîst a DAIŞê li başûr û rojavaya bajarê Mûsilê ya bakura Iraqê îmha kirine.
Li gor ajansa Fars Newsê, Heşda Şebî ya Iraqê duh ragihand: Li qonaxa sêyem a operasiyona hevpar a Artêş, polîs û Heşda Şebî li dijî terorîstan ya bi navê Riya Serketinê, wan li başûr û rojavaya bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nûnewayê 12 veşargehên koma terorîst a DAIŞê îmha kirin.
Qonaxa sêyem a operasiyona hevpar a Artêş, polîs û Heşda Şebî li dijî terorîstan ya bi navê Riya Serketinê, ji du serê sibehê li parêzgehên Diyale li rojhilata Iraqê û parêzgeha Nûnewa li bakura Iraqê despê bû.
Ev operasiyon di bin çavdêriya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî de ku fermandarê giştî ya hêzên çekdar ê Iraqê ye jî despê bû. Wezîrên berevanî û karên hundir û alîkarê fermandeyê Heşda Şebî Ebû Mehdî El-Muhendis jî vê operasiyonêl birêve diben.