Pêgirîya Îran û Iraqê ser berfirekirina peywendîyên dualî
Endamên Koma Dostîya Parlimanî ya Îran û Iraqê şeva buhurî di hevdîtina digel Sefîrê Îranê yê li Bexdayê de pêgirî ser hewildan û rola Parlimanên her du welatan di berfirekirina peywendîyên dualî de kirin.
Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê, Îrec Mescêdî di wê hevdîtinê de amajeyî peywendîyên kûr ên her du welatên cînar kir û got: Komara Islamî ya Îranê hertim piştgirîyê dide pêşketin, geşatî, istiqrar û ewlehîya Iraqê.
Mescêdî herwiha got: Koma Dostîya Parlimanî ji parlimanteran û nunerên gel pêk hatîye lewma, dikare roleke gellekî girîng di berfirekirina peywendîyên di navbera her du alîyan de bilîze.
Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê herwiha dîyar kir ku Têhran amade ye ezmûnên xwe di warên curbicur ji wan zanist, pêşe û cotkarîyê de bide ber destê Bexdayê.
Seroka Koma Dostîya Parlimanî ya Iraq û Îranê Alîye Emareyê jî di wê hevdîtinê de got: Parlimanterên endamê Koma Dostîya Parlimanî ya Îran û Iraqê ji Komsyonên curbicur in û amade ne jibo pêşdebirina peywendîyên di hemî waran de bi hevtûşên xwe yên îranî re hevkarîyê bikin.
Wê herwiha got ku Koma Dostîya Parlimanî ya Iraq û Îranê amade ye ku seredana Komara Islamî ya Îranê bike û hêvî kir ku bi wê seredanê peywendîyên parlimanî yên her du welatan zêdetir bên berfirekirinê.