Dewama pêşdeçûna hêzên iraqî li qonaxa dudiyan a operasyona viyana serketinê
Fermandetiya Heşda Şebî ya Iraqê li bara dewama pêşdeçûna hêzên artêşê û besîca gelanî li qonaxa dudiyan a operasyona hevpar a viyana serketinê agahî da.
Li gorî rapora rojasêşemiyê ya mêhr News`ê, fermandetiya Heşda Şebî ya Iraqê( Heşda Şebî) raghand ku li cihanîna vê operasyonê heta niha 30 navçe tam ji lepên DAIŞ`ê hatine paqijkirin û gelek çek û sîlehên wan jî hatine keşf û zewtkirin.
Li gorî vê raporê, hêzên iraqî li vê operasyonê xêncî girtin û kuştina hejmarek ji terorîstan karîn ku yek ji serkirdeyên DAIŞ`ê nasiyar bi Sedam Huseyn Salih Hemdûnî bigrin û serkirdeyekî din ê DAIŞ`ê jî nasiyar bi Walî El-Cezîre bikujin.
Ferandetiya operasyona hevpar a artêşa Iraqê, li 15 Tîrmehê destpêbûna qonaxa dudiyan a operasyona viyana serketinê bi beşdariya hêzên Heşda Şebî li navçên bakurê Bexdayê û parêzghên Diyalê, Selahedîn û Enbarê raghand.