Dadgeha Federal a Iraqê derbarê navçeyên kêşeliser de biryar da
Berdevkê Dadgeha Fêdêral a Iraqê pêgirî kir ku madeya 140`ê ya Destûra Bingehîn hela jî bingeha çareserkirina meseleya navçeyên kêşeliser e.
Ligorî rapora Kanala Rûdaw`ê, Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku karkirina bi madeya 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê berdewam be, heta dema ku hemû birgeyên wê têne cîbicîkirin.
Berdevkê Dadgeha Ferderal a Iraqê, Eyas Samûk ragihand: “Karkirina bi madeya 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê dê berdewam be, heta ku hemû birgeyên wê têne cîbicîkirin, çimku beşek ji birgeyên vê madeyê nehatine cîbicîkirin.”
Dadgeha Federal a Iraqê herwiha ragihandiye, “madeya 140`ê ya Destûra Bingehîn hela jî bingeha çareserkirina meseleya navçeyên kêşeliser e. Divê hemî sazî û dezgehên têkildar ewê bi cih bînin. Biserdeçûna dem û maweya cîbicîkirina 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê, ne girêdayîyê cewherê wê ye û pêwîst e hemû birgeyên wê madeya destûrî bêne cîbicîkirin.”
Madeya 140 a Destûra Bingehîn a Iraqê derbarê çareserkirina pirsgirêka navçeyên kêşeliser de ye.