Derketina 500 malbatên kurd ji parêzgeha Kerkûkê piştî gefa DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306749-derketina_500_malbatên_kurd_ji_parêzgeha_kerkûkê_piştî_gefa_daiŞ_ê
Endamên konseya xwecihî ya gundên Daqoqê li parêzgeha Kerkûkê li bara xetera DAIŞ`ê li dijî vê navçê hişyarî da û li bara derketina 500 malbatên kurd ji Daqoqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 29, 2019 12:24 Asia/Tehran
  • Derketina 500 malbatên kurd ji parêzgeha Kerkûkê piştî gefa DAIŞ`ê

Endamên konseya xwecihî ya gundên Daqoqê li parêzgeha Kerkûkê li bara xetera DAIŞ`ê li dijî vê navçê hişyarî da û li bara derketina 500 malbatên kurd ji Daqoqê agahî da.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Remezan Mecîd, Endamên Konseya xwecihî ya gundên Daqoqê li parêzgeha Kerkûkê li gotûbêja bi televîzyona Rûdawê re got ku  ji sala 2017`an heta niha zêde ji 500 malbatên kurd ên navça Daqoqê ser bi parêzgeha Kerkûkê û bi taybet gundên Hrftqarê, Dara û Mensûr Elî ji ber bêewlehtiyên heyî û gefa DAIŞ`ê ji vê navçê derketine.

 Wî hişyarî da ku gefa DAIŞê li dijî van navçana cidî ye û hejmareke zav ji kurdên  Kakeyî yên Daqoqê jî li halê valakirina  cihê jiayna xwe ne.

  Wî her wiha got ku nûnerek ji aliyê Berhem Salih serokkomarê Iraqê va li hevdîtina bi Cemal Şekûr nûnerê Kerkûkê li parlemana Iraqê ji partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (Yekitî) li bara rewşa vê navçê û xwestekên xelkê wê ji wan vegeriyana  hêzên Pêşmerge bo van navçana gotûbêj kirine.

 Wî bal kişand ser vê yekê ku li hin gundan ji 150 heta 170 malbatên kurd, bi tenê 5 malbat mane, hişyariyê dide, ger ev rewşa bidome dê xelkê kurd ji vê navçê derkevin

 Heftiya buhurî  ji ber êrişa hawanê ser gundên derdora Daqoqê ji wan Heftqarê hejmarek hatine kuştin an birîndar bûn.