Bêencamkirina planeke mezin a terorîstî li Iraqê
Serokê Şaneya Alsequr a îstixbarata û rawestana li ber terorîzmê li Wezareta karên hundir a Iraqê li bara bêencamkirina operasyona herî mezin a terorîstî li sala 2019`an li vî welatî agahî da.
Serokê Şaneya Alsequr a îstixbarata Iraqê Ebu Elî Besrî li Wezareta karên hundir a Iraqê li gotûbêja bi rojnama El-Sebahê re armanca terorîstan ji vê planê bêencam, hewldaneka kirêt bo îsbatkirina hebûna xwe da zanîn û got: Hêzên iraqî karîn ku bi êrişên hewayî û bejahiyê meqerên terorîstan ji nav bibin.
Li gor gotina wî, operasyona pêşdestane ya vê dawiyê, bû sedema girtina nêzîkî 160 terorîstan li Neynewayê û zêde ji 40 terorîstan li Bexdayê.
Her wiha çar terorîst li Besrê hatin girtin ku qirar bû bi kemberên teqînê û trimbêlên bombekirî li Bexdayê, Hewlêrê, Besrayê û parêzgehên azadbûyî operasyona terorîstî cih bînin.