Teqîna makîneke bombebarkirî li bakurê Kerbelayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306712-teqîna_makîneke_bombebarkirî_li_bakurê_kerbelayê
Medya Iraqê şeva borî ragihand ku makîneke bombebarkirî li bakurê bajarê Kerbelayê teqiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2019 09:10 Asia/Tehran
  • Teqîna makîneke bombebarkirî li bakurê Kerbelayê

Medya Iraqê şeva borî ragihand ku makîneke bombebarkirî li bakurê bajarê Kerbelayê teqiya.

Li gor rapora  IRIB Newsê ev makîna bombebarkirî li ber posta gerînê ya jomara 51 li bakurê bajarê Kerbelaya Muela teqiya ku di encamê de kesek can da û 2 kes jî birîndar bûn.

Piştî têkçûna koma DAIŞê li Sûriyê û Iraqê şaneyên veşarî yên vê koma terorîstî li van du welatan car caran dest davêjin kiryarên terorîstî yên întihharî û teqndina makîne û wesayêtên din ên bombebarkir. Vê koma terorîs van mehên dawiyê li Iraq û Sûriyê kiryarên xwe yên terorîstî yên bê hedef zêde kirine ku di encama van kiryaran piranî xelkê sivîl ji wan jin û zarok dibin qurbanî.

Koma Terorîst a DAIŞê li sala 2014 bi piştgiriya malî û leşkerî yên Amerîka û hevpeymanên wê yên rojavayî û navçê yên wekî brîtanya, Fransa, Tirkiye û Erebistanê êrişî ser Iraq û Sûriy kir û gelek ji deverên berfire yên van du welatan dagîr kirin , lê belê artêşa van du welatan bi alîkariya şêwirkarên leşkerî yên Îranê karîn vê koma terorîst têk bidin û axa xwe ji bin destê terorîstên vê komê derxin.