Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê li Bexdayê civîyan
Serokwezîrê Herêma Kurdstana Iraqê digel taximeke pilebilind gihêşt Bexdayê û koşka Serokkomariyê yekim menzîla wî bona hevdîtina bi rayedarên dewleta Iraqê re bû.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Serokwezîrê Herêma Kurdstana Iraqê Mesrûr Barzanî, di yekim sefera xwe li vê postê de, îro nîvro gihêşt Bexdayê û li koşka Serokkomariyê ji aliyê Berhem Salih ve hat pêşewazîkirin.
Qubad Talebanî, Alîkarê Serokwezîr, Wezîrên Dadwerî, Pêşmerge, Navxweyî û Aborî ya Herêma Kurdistanê digel Mesrûr Barzanî çûne Bexdayê.
Taxima kurdistanî piştî ku gihêşt Bexdayê, hevdîtin û gotûbêja bi Berhem Salih re destpê kir.
Piştî hevdîtina bi serokkomarê Iraqê, Mesrûr Barzanî û taxima bi wî re yê bi awayeê cuda bi Adil Ebdulmehdî serokwezîr û Muhemed Helbûsî serokê parlemana Iraqê hevdîtin û gotûbêjê bike.
Mesrûr Barzanî piştî ku karê xwe li posta serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê destpê kir, ser pêwîstiya baştirkirina peywendiyan bi dewleta navendî ya Iraqê û kutakirina bêtifaqiyan teqez kir.