Hewldana Emerîka û Îsraîlê bona wergirtina fermandên ewlehiya Iraqê bi merema hevkarîyê
Endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê li Parlemana Iraqê ragihand ku serwîsên îstixbaratî û sîxoriyê yên Emerîkayê û Îsraîlê bona wergirtina hin fermandeyên ewlehiya Iraqê jibo ku bi wan re hevkarîyê bikin, hewil didin.
Li gorî rapora Al-Alamê, Kerîm Elîwî, endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê li Parlemana Iraqê got: Serwîsên îstixbaratî û sîxoriyê yên Emerîkayê û Rejîma Siyonîstî, gelek pakêt û imkanên hander bo hin fermandên ewlehiyê yên Iraqê raber kirine.
Elîwî armanca pêşniyarên wesweseker ên Waşengton û Telavîvê, serdestbûn û alozkirina xebata serwîsên ewlehiya Iraqê da zanîn û got: Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî haje van nûçan heye û lihevkirin pêk hatîye da ku xebata hemî fermandeyên ewlehiyê, bikeve bin çavdêriya Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê.
Gurdanên Hizbullaha Iraqê vê dawiyê fayleke dengi weşandin ku gotûbêja Mehmûd El-Felahî, fermandê operasyona Enbarê li artêşa Iraqê bi endamekî ser bi Ajansa Îstixbarata navendî ya Emerîkayê, CIA`yê nîşan dida.