Di teqînên Bexdayê da 23 kes hatin kuştin û birîndar bûn
Tîrmeh 16, 2019 04:21 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî Duşemiyê bi şev qala qewimîna 2 teqînan li Hisêyniyeyekê li nêzikî taxa Me'alifê ya başûrê rojavaya Bexdaya paytexta vî welatî kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Çavkaniyên iraqî ragihandin ku di van du teqînan da herîkêm 3 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Lipey van teqînan, hêzên ewlehî-alîkarîgihan ên iraqî li navçeyê hazir bûn û tevî pêkanîna tevdîrên ewlehiyê, kesên birîndar bo navendên dermanî veguhestin.