Nasnama Pêwendîdarê CIA'yê digel Fermandarê Opêrasyona Enbarê hat aşkirakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306286-nasnama_pêwendîdarê_cia'yê_digel_fermandarê_opêrasyona_enbarê_hat_aşkirakirin
Rêxistinên ewlehiyê yên Iraqê karîn ku nasnama rastî ya sîxorê ser bi Rêxistina Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) ku wek pêwendîdarê vê rêxistina sîxoriyê ya Amerîkayê digel fermandarê Operasiyona ewlehiya El Enbarê têkillî hebûye, aşkira bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2019 12:41 Asia/Tehran
  • Nasnama Pêwendîdarê CIA'yê digel Fermandarê Opêrasyona Enbarê hat aşkirakirin

Rêxistinên ewlehiyê yên Iraqê karîn ku nasnama rastî ya sîxorê ser bi Rêxistina Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) ku wek pêwendîdarê vê rêxistina sîxoriyê ya Amerîkayê digel fermandarê Operasiyona ewlehiya El Enbarê têkillî hebûye, aşkira bikin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Al Alamê, Medyayên Iraqê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin navê sîxorê Amerîkayê Seidî Mihemed Efat El Ubeydî ye ku ji du salan beriya niha va jibo Rêxistina Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) li balyozxaneya vî welatî li Bexdayê dixebite.

Li gorî vê raporê, Seidî Mihemed destpêkê wek yek ji hêzên Rêxistina têkoşîna dijî têrorîsmê ya Iraqê ku rla amerîkiyan di damezirnadina w da hebûye, dixebitî û piştre wek endamê Rêxistina Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) hevkariyên xwe tev amerîkiyan domandiye.

Medyayên iraqî vê dawiyê fayleke bideng weşandin ku hevpeyivîna telefonî ya Fermandarê Operasiyona Ewlehiyê ya El Enbarê digel sîxoriyê Rêxistina Lêzanînên Navendî ya Amerîkayê (CIA) ye; Ev sîxorê CIA'yê welatiyê Iraqê ye.

Di vê qeyda bideng da sîxorê CIA'yê ji Mehmûd Felahî, Fermandarê Operasiyona ewlehya Enbarê dixwaze ku mewqiya hêzên artêşa Iraqê, hêzên ewlehî û Heşdê Şeibî nemaze li navçeya sînorî ya El Qaimê û bi giştî li axa Iraqê aşkira bike.