Ebdulmehdî: Emê heta jinavbirina dawîn meqera DAIŞ`ê li Iraqê ranewestin
Serokwezîrê Iraqê teqez kir ku heta jinavbirina tam a DAIŞ`ê li vî welatî dê rawestana li hember wê bidomînin.
Li gorî rapora malpera Someriey News`ê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê berêvara pêncşemiyê bi daxûyaniyeke kurt destnîşan kir ku welatiyên vî welatî dê wextekê bisekinin ku dawiyê bidine emrê terorîstan li welatê xwe.
Ebdulmehd li daxûyaniya xwe li vê barê gotiye: Iraqî dê heya jinavbirina dawîn bereya terorîstan li welêt dê nesekinin.
Li vê daxûyaniyê hatiye ku hêzên çekdar ên Iraqê dê hertim operasyona berfireh a nasiyar bi viyana serketinê bona şopandina terorîstên mayî yên DAIŞê li çol û bestên navbera parêzgehên Selahedîn, Neynewa, û Enbarê bidomînin.
Fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê jî pêncşemiyê piştî nîvro bi daxûyaniyekê li bara encamên operasyona viyana serketinê raghand ku ji destpêka vê operasyonê li navçên navbera parêzgehên navbuhurî ber bi sînorê hevpar bi Sûriyê re, hey niha hêzên vî welatî karîne ku lêgeriya nêzîkî 28 hezar km çar kunc bikin û ji lepên DAIŞ`ê paqij bikin,19 endamên terorîstî bikujin an bigrin û gelek çek û sîleh, teqemenî û meqerên vê koma terorîstî têk bibin.