Çek û hêzên nû yên amerîkî gihîştin baregeha leşkerî ya Eyn Esedê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305974-Çek_û_hêzên_nû_yên_amerîkî_gihîştin_baregeha_leşkerî_ya_eyn_esedê
Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku îro Şemiyê çek û alavên şêrr ji riya erdê ve û leşkerên têrorîst ên amerîkî jî ji riya esmên ve gihîştin baregeha Eyn Esedê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2019 15:07 Asia/Tehran
  • Çek û hêzên nû yên amerîkî gihîştin baregeha leşkerî ya Eyn Esedê

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku îro Şemiyê çek û alavên şêrr ji riya erdê ve û leşkerên têrorîst ên amerîkî jî ji riya esmên ve gihîştin baregeha Eyn Esedê.

Çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê qala tevgerên nû yên çekdarên têrorîst ên amerrîkî li vê navçeyê kir.

Vê çavkaniyê ji kanala El Sûmiriyeyê re got jy "Çekên amerîkî (yên nû) îro gihîştine baregeha Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê".

Wî got ku leşkerên amerîkî jî ji riya esmên ve gihîştine Eyn Esedê.

Çavkaniya navbirî di dawiyê de îdia kir ku ev çek û amûrn leşkerî jibo "Armancên perwerdehiyê û pûiştevaniya ji navçeyên çolistanî yên vê parêzgehê" gihîştine Eyn esedê.

Vê çavkaniyê di rewşekê de ev îdia derew zanî ku çavkaniyên agah li Iraqê roja 8ê Gulana 2019an gotin ku hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê bi alîkariya helîkopter û firoekyên xwe  jibo bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê yên bicihbûyî li Enbarê û sînorê Sûriyê  ji riya esmên ve xwarek û derman şandiye.