Biryarderê darvekirinê yê DAIŞê li Mûsilê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305954-biryarderê_darvekirinê_yê_daiŞê_li_mûsilê_hat_girtin
Wezareta karên hundir a Iraqê ragihand: Berprisê dayîna biryara darvekirinê li Koma têrorîst a DAIŞê li Mûsil hatiye girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2019 04:37 Asia/Tehran
  • Biryarderê darvekirinê yê DAIŞê li Mûsilê hat girtin

Wezareta karên hundir a Iraqê ragihand: Berprisê dayîna biryara darvekirinê li Koma têrorîst a DAIŞê li Mûsil hatiye girtin.

Li gorî rapora kanala Sûrmiriyê, Seid Me'en, Berdevkê Wezareta karên hundir a Iraqê Îniyê bi şev tevî amajeya bi girtina yek ji cihnerên darvekirinê yên Koma têrorîst a DAIŞê, got: Hêzên Polîsê Qiyareyê li parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê ev têrorîstê DAIŞê ku bi kincên jinan xwe veşartibû, girtin.

Li gorî daxûyaniya Wezareta karên hundir a Iraqê, ev têrorîst "Berpirsê tobedayîn û berpirsê dayîna biryara darvekirinê ya hejmareke welatioyan û Hêzên ewlehiyê yên Iraqê" di dema serdestiya DAIŞê li bajarê Mûsilê bûye.

Li gorî gotina berdevkê Wezareta karên hundir a Iraqê, ev têrorîstê iraqî li nav avahiyeke terikandî li gundê Eçheleyê li başûrê bajarê Mûsilê hat girtin.

Koma têrorîst a DAIŞê di sala 2014an da bi piştevaniya abûrî û leşkerî ya Amerîkayê û hevpeymanên rojavayî  û erebî yên vî welatî ji wan Erebistanê, bi êrîşa li ser Iraqê hin beşên berfireh ji navçeyên  bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.