Odeya opêrasyonê ya Kerkûkê: Diqewime teqînên vê dawîyê bi xerezên sîyasî bin
Endamekî Komsyona Ewlehîya Netewî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê amajeyî sedî 70`yê lêkolînên têkildarî teqînên vê dawîyê li Kerkûkê kir û got ku Odeya Opêrasyonê ya Kerkûkê ligorî ihtimalê teqînên vê dawîyê bi xerezên sîyasî dizane.
Endamekî Komsyona Ewlehîya Netewî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê Herîm Kemal Aqa derbarê zincîreteqînên vê dawîyê li Kerkûkê de ku di encamê de 23 kes hatin kuştinê û birîndar bûn, got: Desteyeke Komsyona Ewlehîya Netewî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê bi merema lêkolîna di vî warî de çûye Kerkûkê û heta nika sedî 70`yê lêkolînên pêwîst kirine.
Wî herwiha got: Desteyea Komsyona Ewlehîya Netewî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê derbarê şewitandinên vê dawîyê yên zevîyên cotkarên gundên Kerkûkê de jî lêkolîn kirine ku dema lêkolînên Hêzên Ewlehîyê yên Kerkûkê bi dawî hatin, dê bên ragihandinê.
Wî herwiha got: Desteyea Komsyona Ewlehîya Netewî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê li Kerkûkê bi Fermandeyên Opêrasyonê yê Parêzgehê û dezgehên din ên têkildar re hevdîtin pêk anîye û raporekê derbarê rewşa Kerkûkê û encamên lêkolînên têkildarî teqîn û agirberbûnên qewimî jibo raberkirina bo Desteya Serokatîya Parlimana Herêma Kurdistanê amade dike.
Herîm Kemal Aqa di pişkeke din a gotinên xwe da got ku gellek hokarên agirberbûnên li zevîyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê hene ji wan nakokîyên qewmî di navbera Kurd û Ereban da û herwiha karên DAIŞ`ê.