ExxonMobil a Amerkayê dê bizvire Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304875-exxonmobil_a_amerkayê_dê_bizvire_iraqê
Personelên şirketa amerîkî ya ExxonMobil`ê ku bi dû haykûfa vê dawîyê ya Waşîngtonê têkildarî nebûna ewlehîyê li Iraqê, terka vî welatî kiribû, bi zûtirkê dê bê deng û seda bizvire cihê karê xwe li şarê Bexdayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2019 11:22 Asia/Tehran
  • ExxonMobil a Amerkayê dê bizvire Iraqê

Personelên şirketa amerîkî ya ExxonMobil`ê ku bi dû haykûfa vê dawîyê ya Waşîngtonê têkildarî nebûna ewlehîyê li Iraqê, terka vî welatî kiribû, bi zûtirkê dê bê deng û seda bizvire cihê karê xwe li şarê Bexdayê.

Ligorî rapora çavkanîyên ewrûpî, personelên şirketa niftê ya ExxonMobil`ê ku du hefteyan berî niha ligorî temîya rayedarên Qesra Sipî û bi heceta bêewlehîtî û gefên ewelhîyê, terka axa Iraqê kiribûn, dê sibê Yekşemê berebere bizvirin ser karê xwe.

Vekişîna personelên şirketa ExxonMobil`ê ji axa Iraqê herçend ku nimayiş û propagande hat binavkirinê lê, bi hegera bandora nerênî ya wê ser atmosfera ewlehîyê û karkirinê li vî welatî, bû sedema hêrsbûna rayedarên Iraqê çinku wan berî ku personelên şirketa ExxonMobil`ê terka Iraqê bikin bicaran pêgirî kirin ku rewşa ewlehîyê li Iraqê ji wan navend û nuneratîyên bîyanî û herwiha teisîsên niftê li başûra vî welatî baş e.

Rayedarên Wezareta Niftê û Şirketa Nifta Başûra Iraqê jî tevî rexnekirina vî karê ExxonMobil`ê pêgirî kiribûn ku dê karên meydanên nifta başûr bêyî şareza û têknêsîyenên amerîkî bidomînin.