Xwenîşandana berfireh a gelê Iraqê bona protestokirina siyasetên Emerîkayê yên dijî Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304712-xwenîşandana_berfireh_a_gelê_iraqê_bona_protestokirina_siyasetên_emerîkayê_yên_dijî_Îranê
Bi hezaran kes ji welatiyên iraqî li çend bajarên vî welatî ji wan Bexda û Besrayê bona protestokirina siyasetên dijminane yên Emerîkayê yên dijî Îranê xwenîşandan bi rê xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2019 11:21 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfireh a gelê Iraqê bona protestokirina siyasetên Emerîkayê yên dijî Îranê

Bi hezaran kes ji welatiyên iraqî li çend bajarên vî welatî ji wan Bexda û Besrayê bona protestokirina siyasetên dijminane yên Emerîkayê yên dijî Îranê xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî  rapora Al-Alamê, beşdarên  vê xwenîşandanê li dijî siyasetên  bi dijminatî yên Emerîkayê li dijî Îranê û navçê bi avêtina  hin sloganan ji nûnerên parlemana Iraqê xwestin ku qanûnekê bona derketina eskerên Emerîkayê ji Iraqê bipejirînin.

  Xelkê bajarên curbicure Iraqê li vê xwenîşandanê teqez kirin ku  tu cure şerekî li dijî welatên cîran qebûl nakin.

 Donald Tump serokkomarê Emerîkayê duşemiya heftiya buhurî  di dewama devojeniyên li dijî Îranê li peyameke twîterî gefa şêr li Îranê xwar.

 Pêştir jî bi sedan kes ji alîgirên  Seyd Muqeda Sedr rêberê tevgera Sedrê bi kombûna li Kerbelayê û Bexdayê bi birêxistina şerê navçeyî ji aliyê Emerîkayê û kişandina  wê bo Iraqê dijberî kirin.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê raghandiye ku dixweze 1500 hêzên eskerî bişîne Rojhilata Navînê. CNN`ê jî ji zarê rayedarekî pilebilind ên emerîkî raghand: Trump  şandina  kelûmel û hêzên eskerî yên zêdetir bo Rojhialat Navînê qebûl kiriye.