Dewleta Iraqê dil heye hêzek pêkhatî ji xelkê Êzdî pêk bîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304456-dewleta_iraqê_dil_heye_hêzek_pêkhatî_ji_xelkê_Êzdî_pêk_bîne
Dewleta Iraqê bona dabînkirina ewlehiya Şengalê dil heye hêzek ji kurdên Êzidî yên vê navçê pêk bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2019 14:16 Asia/Tehran
  • Dewleta Iraqê dil heye hêzek pêkhatî ji xelkê Êzdî pêk bîne

Dewleta Iraqê bona dabînkirina ewlehiya Şengalê dil heye hêzek ji kurdên Êzidî yên vê navçê pêk bîne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, ji zarê telivîzyona Rudawê,Dewleta Iraqê biryar girtiye bona kutahîdana bi hebûna hêzên curbicur li Şengalê, hêzek pêkhatî ji îzdiyên vê navçê pêk bîne ku xebata xwe di bin fermana wezareta berevaniya Iraqê bona dabînkirina ewlehiya Şengalê cih bîne.

Gor vê nûçeyê hefteya bihurî taximek ji wezareta berevaniya Iraqê seredana Şengalê kir û tev kurdên îzdî li vê barê axiviye.

Ji aliyê dinve hêzên îzdî yên nihaye Şengalê ku ji çaxê êrişa terorîstên DAIŞê ser vê navçê bona sekinîna li hemberî terorîstan pêk hatine ragihandine ku ev xebata wezareta berevaniya Iraqê dijî van grûpên îzdî ye û bona kêmtir kirina nexş û rola van grûpan li îdarekirina Şengalê ev biryara tê girtin û ewna neyartiya vê biryarê dikin.

Ji aliyê dinve Qasim Şeşo qumandê pişkek ji hêzên kurd yên îzdî li Şengalê ser bi wezareta Pêşmerge û partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ragihandiye ku hizûra hêzên pêşmerge li Şengalê bona dabînkirina ewlehiya navçê pêwîst e.

Wî got: Pêwîste hêzên dewleta navendî ya Iraqê û hêzên pêşmerge bi hevra hêzekî hevpar li Şengalê hebin ta ku ewlehiya vê navçê dabîn bikin.