Mescidî: Welatên îslamî xwedanê hemî hêmayên bihêzbûnê li hemberî zorbêjan in
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê got: Welatên îslamî xwedanê hemî hêmayên bihêzbûna hemberî zorbêjan in.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNA`yê, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, Îrec Mescidî, di hevdîtina bi Serokê Dîwana Ewqafa Suneyan a Iraqê şêx Ebdulletîf Hemîm ra, tevî pêgiriya li ser pêwîstiya yekparçetiya Umeta Îslamê her wiha got: Her cûre kiryara ehmeqane ji aliyê Amerîkayê va bêguman dê bibe sebeba poşmanî û têkçûna wan.
Şêx Ebduletîf Hemîm, Serokê Dîwana Ewqafa Suneyan a Iraqê jî bi gotina vêya ku iraqî li kêleka Îranê l hemberî gefabn radiwestin, got: Boykotên sepandî li dijî Îranê nemirovane û zalimane ne.
Serokê Dîwana Ewqafa Suneyan a Iraqê tevî pêgiriya li ser vêya ku Îran komployên Amerîkayê pûç dike, destnîşan kir: Tevgerên vê dawiyê yên Amerîkayê, ewlehiya hemî welatên navçeyê ji an hevpeymanên wê xistine ber gefê.