Rawestandina rahênana leşkerî ji hêla Alman û Holendê li Iraqê
Wezareta Berevanîyê ya Almanyayê ragirtina fêrkirina hêzên Iraqî bi hegera gurrbûna gêreyê li navçê ragihand. Berdevkê Artêşa Almanyayê jî ragihand ku ev biryar binkeyên leşkerî yên Tacî û Hewlêrê jî digire ber xwe. Lê Sêkrêtêrê Gişt Wezareta Pêmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê dibêje ku ew biryara demkî ye.
Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Almanyayê, di konferanseke rojnamevanîyê li Berlînê de ragihand: “Ji roja duşemê ve rahênan û perwerdeya hêzên Iraqê ji aliyê artêşa Almanyayê ve hatiye rawestandin.”
Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Almanyayê diyar kir: “Rast e, ev biryar demkî ye, lê nayê wê wateyê ku hema sibê cardin dest pê dike. Ev pêngav bi hevahengîya tev hevbeşên me yên din ên li herêmê hatiye rakirin û ew jî dê heman pêngavê biavêjin.”
Berdevkê Artêşa Almanyayê jî êvara çarşem 15`ê Gulana ragihand: “Rawestandina perwerdekirinê temamê Iraqê digire ber xwe û herdu binkeyên leşkerî yên Tacî û Hewlêrê jî li xwe digre. Berdevkê Artêşa Almanyayê herwiha dibêje: “Ev biryar demkî ye û ji bo silametiya hêzên me hatiye dayîn.”
Sêkrêtêrê Gişt Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê Cebbar Yawer jî di vî warî de got ku haya me ji wê biryarê tinebû lê, ew demkî ye û hêzên almanî û holendî bo baregeh, balyozxane û konsolxanên welatên xwe yên li Bexda û Hewlêrê hatine veguhestinê.
Rêvebirê Çiqa Ragihandinê ya Wezareta Berevanîya Iraqê Serleşker Tehsîn Xefacî jî ragihnad ku Almanyayê tenê ew kes û personelên nehewce yên xwe ji Iraqê derxistin.
60 şêwirmendên leşkerî yên Artêşa Almanyayê li Binkeya Tacî ya li bakurê Bexdayê hene û 100 şêwirmend jî li Hewlêrê ne û ji dawiya sala 2014`an ve di şerê dijî DAIŞ`ê de bilî alîkariya hêzên iraqî û Pêşmerge, ew perwerde dikirin.