Bexdayê bertek nîşanî kiryara amerîkîyan da, rewşa Iraqê aram û ewleh e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304364-bexdayê_bertek_nîşanî_kiryara_amerîkîyan_da_rewşa_iraqê_aram_û_ewleh_e
Wezareta Karên Derve ya Iraqê wekî berteka himberî biryara Amerîkayê ya kêmkirina hejmara personelên Balyozxana wî welatî li Bexdayê ragihand: Rewşa Iraqê aram û ewleh e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2019 03:01 Asia/Tehran
  • Bexdayê bertek nîşanî kiryara amerîkîyan da, rewşa Iraqê aram û ewleh e

Wezareta Karên Derve ya Iraqê wekî berteka himberî biryara Amerîkayê ya kêmkirina hejmara personelên Balyozxana wî welatî li Bexdayê ragihand: Rewşa Iraqê aram û ewleh e.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê duh di daxûyanîyekê de ferman da personelên ``nepêwîst`` ên Balyozxana wî welatî li Bexdayê û Konsulxana Amerîkayê li Hewlêrê ku ji ber tişta ku ``bêewlehîtîya li Iraqê`` hatîye binavkirinê, terka vî welatî bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehhaf jî duh danê êvarê di bersiva wê pêngava Amerîkayê de bi gotina wê yekê ku rewşa ewlehîya Iraqê misoger e, dîyar kir: Bexda bi hemî alîyan re hevdeng e û sozdarê gotûbêjê û pêkanîna derfetên hevsengîya hêzan anegorî hewcedarîya herêmê ye.