Pêgiriya li ser pêwîstiya hevahengiya helwêstên Hewlêr û Bexdayê di kêşeyên navneteweyî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i304213-pêgiriya_li_ser_pêwîstiya_hevahengiya_helwêstên_hewlêr_û_bexdayê_di_kêşeyên_navneteweyî_da
Rawêjkarê Serokomarê Iraqê destnîşan kir ku lazim e Bexda û Hewlêr di warê kêşe û gengeşeyên navneteweyî da nemaze kêşeyên navbera Îran û Amerîkayê da, helwêstên hevaheng û hevpar hiklêxînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2019 09:53 Asia/Tehran
  • Pêgiriya li ser pêwîstiya hevahengiya helwêstên Hewlêr û Bexdayê di kêşeyên navneteweyî da

Rawêjkarê Serokomarê Iraqê destnîşan kir ku lazim e Bexda û Hewlêr di warê kêşe û gengeşeyên navneteweyî da nemaze kêşeyên navbera Îran û Amerîkayê da, helwêstên hevaheng û hevpar hiklêxînin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera Xendanê, Sala Mehmûd, Rawêjkarê Serokomarê Iraqê ragihand ku hewildana jibo neketina nav kêşe û nakokiyên navneteweyî nemaze kêşeyên navbera Îran û Amerîkayê erka hevpar a dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.

Rawêjkarê Serokomarê Iraqê her wiha destnîşan kir ku divê pêwendiyên giştalî yên Iraqê bi welatên navçeyê ra her wiha hêzxurtên cîhanî ra wek derfetek jibo avedankirin û zêdekirina berhemanînê li Iraqê were bikaranîn û welat nebe qada kêşe û gengeşeyên derveyî.

Salar Mehmûd destnîşan kir ku partiyên Herêma Kurdistanê divê hem di warê yekdengî û hevhelwêstiya digel Bexdayê û hem di karên navxweyî yên Herêmê xwedan helwêstên hevpar bin û Berhem Salihê serokomarê Iraqê jî hewildanên xwe di vî warî da li gorî qanûnên welêt dest pê kirine û di hevdîtian digel rêber û rayedarên din jî amaje bi vê mijara girîng hatiye kirin.