Kardarê Emerîkayê banî Wezareta Karên Derve ya Iraqê hat kirin
Wezareta Karên Derve ya Iraqê bona protestokirina kiryara Balyozxana Emerîkayê li Bexdayê ya li dijî Îranê, banî Kardarê Emerîkayê kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxûyaniyekê de raghand: Piştî nivîsarên ku Balyozxna Emerîkayê li Bexdayê li rûpela xwe ya Facebookê weşandin û erf û edetên dîplomatîk binpê kirin, Kardarê Balyozxana Emerîkayê li Bexdayê Joy Hûd hatiye bankirin û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Nizar Xeyrullah, rayedarê emerîkî ji nerazîbûna xwe haydar kirîye.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê, hegera vexwendin û vê protestokirina kardarê Emerîkayê neparastina çarçoveyên têkildarî cihnaîna erkdariyên dîplomatîk û her wiha dijberiya li hember siyaseta derve ya Iraqê kir û ser pêwîstiya wêdebirina posta îhaneta li Îranê û dubarenekirina weşandina van nivîsaran teqez kir.
Balyozxana Emerîkayê li Bexdayê pêncşemiya buhurî li rûpela xwe ya fermî ya vê balyozxanê li Facebookê, tawanên pûç li dijî Komara Îslamî ya Îranê xistibûn rojevê.